Hat îdîakirin ku DYE amadekariya ku zexta leşkerî li ser Îranê bêtir zêde bike, dike. Li gorî Axiosê ku xwe dispêre rayedarên DYE û çavkaniyên nêzîkî mijarê, Pentagon li ser senaryoyên leşkerî yên nû dixebite ku "derbeya dawî" li dijî Îranê bixe.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku vebijarkêm êrîşên hewayî yên berfireh, operasyonên bejayî û kontrolkirina noqteyên stratejîk ên li dora Tengava Hurmuzê hene.
DI HEDEFÊ DE GIRAVÊN PETROLÊ Û XETA TENGAVA HURMUZÊ HENE
Li gorî nûçeyê, di planên di ser masê de dorpêçkirin an kontrolkirina Girava Khargê ku yek ji noqteyên herî girîng ên hinardekirina petrolê ya Îranê ye, kli dijî Girava Larakê operasyonek bê kirin û desteserkirina giravên stratejîk ên nêzîkî Tengava Hurmuzê hene.
Her wiha rawestandina keştiyên ku petrola Îranê hildigirin jî di nav vebijarkan de hene. Hat gotin ku armancavê senaryoyê hem zextê li ser Îranê zêde bike û hem jî destê Washingtonê di danûstandinan de xurt bike.
OPERASYONA BEJAHÎ JÎ LI SER MASÊ YE, LÊ HÎN BIRYAR NEHATIYE GIRTIN
Li gorî Axiosê operasyonên bejayî yên ku tesîsên nukleerî yên di nav Îranê de hedef digirin jî tên nirxandin. Lê hat ragihandin ku rêveberiya DYE’yê êrîşên hewayî li gorî operasyonek bejayî xeternaktir dibîne.
Qesra Spî van vebijarkan di vê qonaxê de wekî “sawekê” pênase dike, heke têkiliyên dîplomatîk bê encam bimînin peyama ku wê leşkerî zêde bibe, dide. Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt anî ziman ku heke lihevkirinek çênebe Trump “wê ji her demê bêtir bi tundî” li Îranê bixe. Reuters jî ragihand ku DYE amadekariya ku balafirên şer û bi hezaran leşkerên xwe bişîne herêmê, dike.
TEHRAN: TEKBÛNÎ YEK ALÎ YE, LÊ DÎPLOMASÎ QEDAHIYE BI DAWÎ NEBÛYE
Aliyê Îranî li hember pêşniyara ku ji hêla Washingtonê ve hatî şandin bi awayekî neyînî nêzîk bû. Rayedarekî payebilind ê Îranî ji Reutersê re axivî û got ku pêşniyara DYE’yê ku bi rêya Pakistanê şandiye, ji hêla Tehranê ve tê lêkolînkirin, lê bersiva destpêkê "ne pozîtîf” bû. Rayedar pêşniyarê wekî "yekalî û neheq" nirxand û îdia kir ku tenê xizmeta berjewendiyên DYE û Îsraîlê dike. Tevî vê yekê, aliyê Îranî destnîşan kir ku "dîplomasî bi tevahî bi dawî nebûye”, ger Washington helwesteke rast nîşan bide deriyê çareseriyê vekirî ye . Reuters ragihand ku Tirkiye û Pakistan hewl didin ku di navbera her du aliyan de navbeynkariyê bikin.
DYE: ZÊDETIRÎ 10 HEZAR HEDEFAN HATIYE XISTIN
Rewşa leşkerî ya li qadê jî her ku diçe aloztir dibe. Fermandariya Navendî ya DYE’yê (CENTCOM) ragihand ku ji destpêka Operasyona Epic Fury ve li Îranê zêdetirî 10 hezar hedefan xistine. CENTCOM’ê di nîşeya fermî ya ku berê weşandibû de destnîşan kiribû ku di rojên destpêkê yên operasyonê de zêdetirî 3 hezar hedef hatin xistin; daxuyaniyên dawî nîşan dide ku çarçoveya operasyonê pir berfirehtir e.
LI ÎRANÊ HEJMARA MIRIYAN ZÊDE DIBE
Li gorî agahiyên Cîgirê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Elî Caferiyan dane Al Jazeera, ji destpêkirina pevçûnan ve li Îranê herî kêm 1,937 kes jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 24 hezar 800 kes jî birîndar bûne.
Caferiyan diyar kir ku di nav kesên ku hatine qetilkirin de 240 jin û 212 zarok hene. Ev daxuyanî piştî bîlançoya ku rayedarên Îranê eşkere kir, hat dayîn
Li gorî HRANA’yê, ji 28’ê Sibatê ve, roja ku şerê Îsraîl-Îran-DYE’yê dest pê kiriye herî kêm 1,455 sivîlên ku 217 jê zarok in, jiyana xwe ji dest dane.